Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Almanya piştgirî da serxwebûna Kurdistanê
 
Almanya piştgirî da serxwebûna Kurdistanê
2017-02-18 23:18
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û heyeta pê re li Almanya bajarê Munîhê beşdarî civînek berfireh bû û ji bo serxwebûna Kurdistanê dîplomasîyek berfireh kir.

Barzanî bi minasebeta civîna Munîhê bi gelek rayedarên dewletên Ewrûpayê re hevdîtin kirin û ji bo serxwebûna Kurdistanê soz û alîkarî stendn.

Yek ji wan welatên ku eşkere piştgirîya xwe da serxwebûna Kurdistanê Almanya bû.

Wezîra Berevanîya Almanyayê Von Der Leyen, piştgirîya xwe û welatê xwe ji bo ragehandina dewleta Kurdî tekez kir.

Wezîra Berevanîya Almanyayê Von Der Leyen got:”Ev yek girêdayî wan bixwe ye. Lê heke ew dewleta xwe ya serbixwe ragihînin, emê piştgîriyê bikin. Biryara serxwebûnê biryara gel e û gel çi biryarê bide em wek dewleta Almanya emê rêzê li vê biryarê bigirin".

Wezîra Berevanîya Almanyayê Von Der Leyen, herweha dubare got ku ewê di pêşerojê de jî her alîkarîya pêşmergeyên Kurdistanê bikin û wan bi tenê nehêlin.