|
Serokê Êzîdîyan Barzanî ye |
|
2017-02-21 13:50 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Wekîlê mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, di derbarê Êzîdîyan de daxuyanîyek da û ragihand ku pêwistîya Êzîdîyan bi kes yan welatekî din tuneye ku pirsgirêkên Êzîdîyan çareser bikin. Tehsîn Beg, got ku tenê Barznî kare pirsgirêkên Êzîdîyan çareser bike û Barzanî serokê Êzîdîyan e.
Wek tê zanîn, PKK hewlek pir mezin da ku Kurdên Êzîdî ji Kurdistanê veqetîne û Kurdên Êzîdî bike dijminê Kurd û Kurdistanê. Ji ber vê jî li Şingalê tevlihevî û kiryarên li dijî Kurdistanê derxistin û xwestin Şingalê bikin kanton û bi hikûmeta Iraqê ve girêdin. Berî çendakê PKK şandek Kurdên Êzîdî şandibû Îranê û bi rayedarên Îranê re hevdîtin kiribû. Ev helwesta PKK ji alî Kurdên Êzîdî jî rastî nerazîbûnek mezin hatibû. Kurdên Êzîdî êdî bi dek û dolabên PKK hisiyane û hêdî hêdî xwe ji PKK dûr dixin, xwe bi herêma Kurdistanê û bi serok Barzanî ve girêdidin.
Di vê derbarê de Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, da zanîn ku " Êzîdî xelkê Kurdistanê ne û serokê wan jî Serok Barzanî ye. Pêwîstiya Êzîdîyan bi wê yekê tuneye ku welatekî biyanî pirsgirêkên wan çareser bike. Çi pirsgirêk û daxwazîyek êÊzîdîyan hebe Serok Barzanî kare çareser bike, ji ber ku nûner û mezinê me Serok Barzanî ye. Pêwistîya me bi paraztina hêzên biyanî tuneye. Bila hêzên Pêşmerge yan jî Êzîdiyên ku girêdayî Pêşmerge ne warê Êzîdiyan biparêzin".
|
|
|