Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ez bi Kurdan bawerim
 
Ez bi Kurdan bawerim
2017-02-26 11:33
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serdar û generalê Amerîkî Stephen Townsten, xwest ku Kurdên rojava beşdarî şerê Reqqayê bibin û got ku "ez bawerîya xwe bi Kurdan tînim".

Stephen Townsend, berpirsê hêzên Amerîkî yên li dijî DAÎŞê ye. Townsten, di derbarê şerê Reqqayê de bersiva pirsên rojnameya New York Times da û anî zimên ku ew bawerîya xwe bi Kurdan tîne û divê Kurd parçeyek ji şerê Reqqayê bin.

Stephen Townsend, di derbarê Tirkiyê û şik û gumanên Tirkiyê de jî axivî û got ku "Şerkirên Kurd ji bo Tirkiyê ne tehdît in û ez bi wan bawerim".