|
PDK-T PKK rexne kir |
|
2017-03-08 15:17 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
YPŞ a ku baskê PKK ye li Şingalê êrîşî Pêşmergeyên Roj kir û bû sedema şerê brakujîyê. Di derbarê şerê Şingalê de ji derveyî PKK û hevalbendê wê, piranîya rêxistin û partîyên Kurdan ev kiryara YPŞ û PKK şermezar kirin, nalet lê anîn û xwestin ku PKK terka Şingalê bike. Şer û provokasyona ku PKK bi destebrakên xwe yên Îranî Haşdî Şeîbî re pêk anîn, ne tenê li dijî pêşmergeyên Kurdistanê û Barzanî lê li dijî serxwebûna Kurdistanê bû.
Di vê derbarê de Partîya Demokrata Kurdistana Tirkiyê PDK-T jî helwesta xwe eşkere kir û PKK şermezar kir.
Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDK-T) li Diyarbekirê di derbarê pevçûna Şingalê de daxuyaniyek da çapemenîyê û ji PKKê xwest ku ji Şingalê derkeve. PDK-T di derbarê pevçûna Şingalê de daxuyand ku di binê vê pevçûnê de tilîya Îranê heye.
Daxuyanîya ku ji aliyê Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê Mehmed Emîn Kardaş ve hat xwendin, bal kişand ku berîya pevçûnê berpirsên pasdarên Îranê û fermandarên Heşda Şeîbî serdana Şingalê kirine û li gel berpirsên YBŞ hevdîtin pêk anîne.
M.Emîn Kardaş, da zanîn ku tilîya Îranê di şerê brakujîyê de heye û divê PKK li Şingalê nemîne, rojek berî rojekê ji Şingalê derkeve.
|
|
|