Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dr.Cuwan Heqi: Bîranîna Mihemed Şêxo, "agirê sar û vemirî..."
 
Dr.Cuwan Heqi: Bîranîna Mihemed Şêxo, "agirê sar û vemirî..."
2017-03-11 16:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."

(Ji kovara Rojbaş, hjm 3/1997)

Dengbêj û dilşewitiyê Kurdistanê Mihemed Şêxo...

Ev navê he li her derê Kurdistanê bi dilsozî tê bîranîn.

Ji ber ku M. Şêxo jiyana xwe tevek bo serxwebûna Kurdistanê erbas kir.

Mixabin, wî serê xwe bi kûl û xeman ve danî...

Wî Kurdistana xwe ya azad nedît...

Ev yeke weke birînekê ma di dilê wî de...

Sed heyf û mixabin...

Mihemed Şêxo di sala 1948´an de li gundê Xecokê, bajarê Qamişlo, Kurdistana Suriyê hate dinê.

Çû dibistanê, heya sinifê 9´an xwend.

Piştre mala bavê wî cihwarî Qamişlo bû.

Sala 1969-an de wî berê xwe da Beyrûdê, Lubnanê û li wir di ”Navenda Xwendina Muzîkê” de dest bi xwendina muzîkê kir.

Li Beyrûdê, wî bi stranên xwe yên kurdî beşdarî gelek konsertan bû.

Sala 1972-an de berê xwe dide Qamişloka xwe û li Rimêlan, li navenda petrolê dest bi kar dikê.

Di eynî çaxî de Mihemed Şêxo bû serokê Komika Muzîkê.

Sala 1974-an M. Şêxo berê xwe didê Kurdistana Iraqê û li ba Barzaniyê Nemir heya şikestina şoreşê dimînê.

Piştre, ew jî mîna hemu kurdên li wir mecburî derketinê dibê û derbasî Îranê dibê.

Penabertî dest pê dike...

Li wir ew dibe mamosteyê zimanê erebî.

Ji wir jî dizewicê.

Û sala 1983-an careke dî ew vedigerê Qamişloka xwe ya rengîn.

Mihemed Şêxo jiyana xwe tevek bi hêviya yekbûna kurdan, azadkirina kurd û Kurdistanê borand.

Di hemu gotinên stranên wî de felsefeyek kurdistanî heye.

Her gotineke wî dihêlê ku yek bi kûr, dilkûlî û bi evînî li ser rewş, dîtin û karûbarên me kurdan bo Kurdistanê bifikire...

û em ji xwe re, û di ber xwe de hem eşkere hem jî di dilê xwe de bigirîn, rondikan (hêsîran) bibarînin...

Bi kurtî di her gotineke Mihemed Şêxo de:
çirûskek azadiyê,
dilopek jiyanê,
pêşmergeyek bênav heye...

Gotinên wî li ser mirov dişidînin ku mirov bibe insaneke pak, kurdistanî, dilsoz û dilxwazê hevûdu, yên mirovan, mirovatiyê...

Mihemed Şêxo, di hemû stranên xwe de -çendî ku bi eşkere nagir,
lê ew di dilê xwe de ji bo me hemu kurdan:
digirî...
dinalê...

Ew xweş pê dizane ku em kurd di çi hal û pergalî de ne.

Ji bo vê yekê jî, ev yeke hertim axînek bû ji bo dilê wî yê birîndar e...

Gava yek guhê xwe bidê stranên wî, divê mirov bala xwe bidê ne bes hevoka, meqamê stranê,
divê mirov xweş bala (dêhna) xwe bidê gotinên wî.

Ji ber ku her gotinek wî:
hevokeke (cumleyeke),
rûpeleke,
pirtukeke,
pirtukin,
helbestin...

Her gotineke Mihemed Şêxo Kurdistaneke...

Lê sed heyf û mixabin dilsoz û evîndarê Kurdistanê Mihemed Şêxo jiyana xwe tev bi feqîrtî, bê peretî; jiyaneke bi kûl û elem derbas kir.

Carna nanê rojê di mala wî de nebû!
Û ev yeke bala kesî ne kişand.

Wî alikariyek ji dil û can ji aliyên me kurdan ve ne wergirt.

Hertim mirov digot:
”çiqas dengê wî xweş û şêrîn e”.

Lê belê kesî ne got:

Gelo ma M Şêxo çawa dijî ?
Nanê wî yê rojê heye, yan na?

Ez xweş bawerim ku me kurdan M. Şêxo gelek fêhim kiriyê,
lê belê me li pêşberî wî wezîfeya (erka) xwe pêk ne aniye!

Me di aliyê wî de gelek xemsarî, kêmasî kiriye.
Halbûkî wî jiyana xwe tevek ji bo qenciya me derbas kir...

Dilê Mihemed Şêxo, di destpêka adara 1989`an de ji hemu kûl û derdan êşa û ew kete di nexweşxana Qamişloka bav û kalên xwe de...

Li gor saloxan, li wir ew bêguhdanî ma.
Ango ji qestî alîkariya wî nehate kirin da ku ew vê dileşê, kirîza dil, bi silametî derbas nekê!

Çend rojan ew bi vê êş û jana dilê xwe ve jiya jî.

Dilê wî yê xemgîn li ber xwe dida ...

Li gor gotinan ku desteke hikumeta Surî di mirina wî de hebû.
Ango wan nexwestin, yan jî ne hêliştin, ku bi awayekî aktîf dilê wî derman bikin,
da ku wî ew kiriz bikariya derbas bikiriya.

Û ez bixwe xweş bawerim ku rastiyek mezin di van gotinan de heye...

Ji ber ku dijminên me Kurdan bi hemu reng û awayan dixebitin ku me biêşînin, bindest bikin, bêçek bihêlin!
Û ji bo vê çendê jî, mirina Mihemed Şêxo jî nimûneyek ji hezar nimuneyên dijberiya dijminê kurd û Kurdistanê ye...

Û di 9´ê adara 89´de wî dilê reben, dilkûlê Kurdistanê hew karî li ber xwe bidê û sed mixabin wî dilê birîndar jî çavên xwe ji bo hertim dada...

Gava em îro 28- saliya bîranîna dilevînê Kurdistanê, Mihemed Şêxo dinivîsin, emê wek herdem gotin û sîretên wî ji bo xwe weke çirûskek bo ronîkirina rêya azadiya kurd û Kurdistanê bibînin.

Mihemed Şêxo hertim di dilê me de jiyaye û heta em kurd hebin jî wê ew hertim bijî jî...