|
İNSİYATÎFA YEKÎTİYA PDK: BİRANİNA KOMKUJİYA HALEBÇE |
|
2017-03-16 18:46 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
BİRANİNA KOMKUJİYA HALEBÇE Di 16"ê Adara 1988 an da balafirên artêşa îraqê bombayên kîmyawî li Kurdistanê li bajarê Halebçe barandin.
Li bajarê Halebçe bi bombabarankirina dîktatorê Saddam Hisen di nava çend seetan da 5000 hazar kurd jîyana xwe ji dest dan.
Bi 10 hazaran kurd seqet man. Travamaya komkûjiya Halebçe hê jî berdevam e.
Di komkûjîya bombabarankırına kimyawi de, li Halebçe kurd zarok bûn, kurd civan bûn, kurd extiyar bûn, jin bûn, mêr bûn, zarok di pêçeka dayîkan de bûn, kurd mazlum bûn, li ser axa xwe bûn, di bin dagirkirina rejima baas û dîktatorîya Saddam Hisen da bûn.
Kurd li Halebçe ne alîyê paykirina şerrê Cîhanê bûn.
Halebçe ne Hîroşîma û Nagazakî bû. Hîroşîma û Nagazakî dî nêva payîkirina şerrê Cîhanê de bû.
Lê kurd mazlum bûn, doza payîkirina şerê Cîhanê ne kiri bûn, ne alîyekî payîkirina şerrê Cîhanê bûn.
Raya giştî ya Cîhanê li komkujîya Halebçe bê hest man. yên kîmyasal dana dîktatorê nîjadperest Saddam Hisen şirîkê komkûjîye Halebçe ne.
Devletên Cîhanê di komkûjîya Halebçe de bêhest man û bûne alîyê dîktetorê Saddam Hisen.
Dîktator Saddam Hisen li darî çawê devletê Cîhanê bi sed hazaran kurd li başûrê Kurdistanê qatil kirin, lê devletên Cîhanê bê hest man.
Ev bêhest bûn dî dîroka insanîyetê de rûreşiyeke insanîyetê bû.
Di nêva raya giştî de hinek devletan bi firotinên çek û derfetên xwa rajim û dîktatoriye Saddam Hisen ava kirin, li ser hikûm hiştin.
Rejîmên nîjadperstîyê ava kirin.
Demê derfetê wan û berjevendîyê devletên wan kêm dibin, dikevin lêkolînên bi navê mafê insanîyetê ev devletên çekên kîmyawî firotina dîktetorê xwîn xwar Saddam Hisen, şirîkê komkûjiye Halebçe ne.
Em bi bîranîna komkujiye Halebçe , wan devletên ku çekên kîmyawî firotine diktatorê rejima baasê Saddam Hisen û yê şirîkên wê komkujiye Halebçe kirin lanetbar dikin.16 Adarê 2017 Ahmet ACAR NÛNERÊ ÎNSİYATÎFA YEKÎTİYA PDK |
|
|