Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK Kurdistanê parçe dike
 
PKK Kurdistanê parçe dike
2017-03-24 16:31
MediaKurd > info@mediakurd.com
Êdî heta bi kerr û lalan jî zane û fêhm kiriye ku PKK ne ji bo Kurdistanê dixebite û dixwaze bi navê kanton û xweserîyên demokratîk Kurdistanê parçe bike, ji yekîtî û serxwebûna Kurdistanê re bibe asteng û rêgir. Şik û guman ji kiryar û helwestên PKK re nemane. Serokê PKK A. Ocalan li Imralî rastîya PKK anîbû zimên û gotibû "Em rêxistinek taşeron in". Ango, herkes wan ji bo berjewendîyên xwe û li dijî Kurdistanê bi kar tînin.

Di derbarê rastîya PKK û pirsgirêka Şingalê de Parlamenterê AKPê û nûnerê bajarê Diyarbekirê yê li parlamentoya Tirkiyê Galîp Ensarîoglu jî bîr û taya xwe anî zimên.

Ensarîoglû, anî zimên ku "PKK bi hebûna xwe ya li Şingalê dixwaze Kurdistanê parçe bike" û li dijî PKK û mana wê ya li Şingalê derket.

Galîp Ensarîoglu, diyar kir ku hebûna PKK li Şingalê xelet e, PKK dixwaze bi vê yekê Kurdistanê parçe bike ji ber ku Şingal beşek ji Kurdistanê ye.

Ensarîoglu, da zanîn ku PKK bi fermana hinek dewlet û hêzên biyanî tev digere û divê terka Şingalê bike.

Ne tenê li Şingalê, helbet li her cîhê ku PKK lê cîhûwar bûye, xwestiye û dixwaze Kurdan ji hev parçe bike, kiryar û çalakîyên ku li dijî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne bike û dike. Çi li rojava, çi li rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê be, her û her ji pêşveçûna doza netewî re bûye asteng û îro jî vê astengîya xwe didomîne.