|
Kerkûk Kurdistan e |
|
2017-03-28 18:24 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Parêzgerê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm berî bi demekê zimanê Kurdî li Kerkûkê kiribû zimanê fermî û ala Kurdistanê jî li semayên Kerkûkê daliqandibû. Ev helwesta wî ji alî gelek alîyên xêrnexwazên Kurd ve hatibû rexnekirin û wan xêrnexwazan nedixwestin Kerkûk bibe bajarekî Kurdistanî û têkeve ser herêma Kurdistanê.
Biryara bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê ji biryara encûmena parêzgeha Kerkûkê re hatibû hiştin. Û encumena parêzgeha Kekûkê di encama civîna xwe de xeberek pîroz da temamê Kurdan û daliqandina ala Kurdistanê qebûl kir.
Rehmetî M. Mistefa Barzanî digot "Kerkûk dilê Kurdistanê ye".
Li Kerkûkê pêlvedana ala Kurdistanê Kurdistanîbûna Kerkûkê sediqand, dilê dostan xweş û dilê dijminan jî reş kir.
Dewletên dagîrker û nokerên wan ji bilindkirina ala Kurdistanê aciz bûn, xwêsîya wan di qirika wan de ma. Wan bi dek û dolabên kirêt, bi plan û projeyên gemarî, bi provokasyonan dixwestin Kerkûkê ji Kurdistanê cuda bikin, wek herêmek serbixwe yan jî bi Iraqê ve girêbidin. Lê biryara encumena parêzgeha Kerkûkê xewn û xeyalên wan têk birin û dilê Kurdên seranserê cîhanê geş kir.
|
|
|