|
PDK û YNK li hev kir |
|
2017-04-03 14:02 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Di derbarê referandûma serxwebûnê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de herdu partîyan, ango PDK û YNK li hev kir.
Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştîya Barzanî civîyan û ragihandin ku Kurdistan wek Iraqê mafê wê heye ala xwe li Kerkûkê bilind bike û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî û destûrî ye.
Di daxuyanek hevbeş de herdu alîyan behsa referandûm û rewşa navxweyî ya Kurdistanê kirin. Di civîna hevbeş de biryar dan ku pirsa referandûmê wek babetek netewî û niştimanî xebatek hevbeş li ser bê kirin. Di derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê de jî biryar hat girtin ku pirsgirêkên navxweyî yên wek aborî û siyasî bi lez û bez bên çareserkirin.
Herdu alîyan biryar dan ku ji bo referandûmê û çareserkirina pirsên navxweyî komîteyek hevbeş bê amadekirin û ew komîte bi hemû alîyên siyasî re têkilîyê deyne û wextekî ji bo pêkanîna referandûmê desnîşan bike.
Lihevkirina PDK û YNK di nav Kurdan de bû cîhê kêfxweşî û dilşahîyê. |
|
|