Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Trump fermana êrîşê da
 
Trump fermana êrîşê da
2017-04-07 15:03
MediaKurd > info@mediakurd.com
Bi fermana Donald Trump, artêşa Amerîkayê 59 mûşekên Tomahewk avêtin balafirgehek ji balafirgehên Sûriyê. Li gor tê gotin, gelek leşkirên Suriyê hatine kujtin û brîndarkirin.

Serokkomarê Amerîkayê Donald Trumd, eşkere kir ku fermana êrîşê ji alîyê wî ve hatiye dan û ev êrîş ji bo rêlibergirtina bikaranîna çekên kîmyewî hatiye kirin. Wek tê zanîn, rejîma Sûriyê berî niha li bajarokê Xan Şêxûna bajarê Îdlibê çekên kîmyewî bi kar anîbû. Tê gotin ku Amerîkayê bersiva kîmyabarana bajarê Îdlibê daye rejîma Esed.

Li gor zanyarîyên mixalefeta Sûriîyê, di encama vê êrîşê de 14 balafirên sîxo yên Sûrîyê hatine rûxandin û gellek leşkirên artêşa Sûriyê hatine kujtin.

Di vê derbarê de Berdevkê Pentagonê Jeff Davîs, ragihand ku di êrîşê de balafir, enbarên çek û amûrên çekên balalfirên Sûriyê bûne armancên mûşekên Amerîkayê û sîstema berevanî û radarê ya li wê balafirxaneyê jî hatiye wêrankirin.

Di derbarê êrîşa Amerîkayê de NATO, dewletên Yekîtîya Ewrûpayê û Siûdî Erebistan piştgirîyek mezin dan Amerîkayê û xwedî li êrîşa ser balafirgeha Sûriyê derketin.

Di derbarê vê êrîşê de tenê Rûsya, Îran û Sûriye nerazîbûna xwe nîşan dan û rexne li Amerîkayê girtin.