Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : 650 çekdar cuda bûne, 450 bûne pêşmerge
 
650 çekdar cuda bûne, 450 bûne pêşmerge
2017-04-07 15:20
MediaKurd > info@mediakurd.com
Plan, proje, kiryar û dek û dolabên PKK her roj zêdetir eşkere dibin û Kurd zêdetir rûyê kirêt yê PKK dinasin. Bi taybet Kurdên Êzdî yên li Şingalê êdî PKK nas kirine û zanin ku PKK ne ji bo xêra Êzîdîyan kar dike.

Her ku Kurd rû û rûçikê kirêt yê PKK nas dikin, jê duca dibin û berê xwe didin nav refê pêşmergeyên Kurdistanê. Ji wan çekdarên Kurdên Êzîdî ku ketibûn nav PKK, heta niha 650 çekdar cuda bûne û 450 ji wan bûne pêşmerge.

Di vê derbarê de Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê li Şingalê Qasim Dirbo, eşkere kir ku “Cudabûna çekdarên hêza YBŞ ya PKK, berdewam dike û ew çekdar tên û tev li Hêzên Pêşmerge dibin. Heta niha 650 çekdarên YBŞê cuda bûne û 450 ji wan formên xwe dagirtine ku bibin pêşmerge û 200 ji wan jî li malê xwe ne. Helbet pêwendiyê bi me re dikin, ji bo ku perwerdeya leşkerî bibînin û bibin Pêşmerge.”

Li gor Qasim Dirbo ragihandiye, navendek leşkirî ji wan kesên cudabûyî re tê avakirin, da ku ew çekdar perwerdeya leşkerî bibînin û bibin pêşmerge.