Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Baydemir jî got "dewlet"
 
Baydemir jî got "dewlet"
2017-04-13 19:43
MediaKurd > info@mediakurd.com
Dewletbûna Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye. Rayedarên Herêma Kurdistanê biryar dan ku di meha Îlonê de referandûma serxwebûnê li darxin û Kurd biryara xwe bidin.

Serxwebûna Kurdistanê li zora gellek kes, dezgeh, partî û dewletan diçe. Bi taybet Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye li dijî dewletbûna Kurd û Kurdistanê ne. Ya balkêştir, PKK û dezgehên pêve girêdayî ji dewletên dagîrker zêdetir li dijî dewletbûna Kurd û Kurdistanê ne. HDP jî yek ji wan partîyên PKK ye ku dijayetîya dewletbûna Kurdistanê dike.

Berdevkê HDP Osman Baydemîr ji rêvebir û wekîlên Tirk û Tirkmanc yên HDP cudatir difikire. Çawa be Kurd e û ruhê Kurdistanîbûnê pê re heye. Osman Baydemîr yek ji wan Kurdan e ku di nava HDP de hi9ndik be jî Kurdayetîyê dike û dilxwazê doza Kurdistanê ye.

Osman Baydemîr, di derbarê dewletbûna Kurdan û Başûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û dîtinên xwe anî zimên.

Osman Baydemîr, rexne li siyaseta dewleta Tirk girt û got: “Mixabin nêrîna dewletê wek ya berî sedsalan e. Dewlet tucaran nêrîna xwe ya li hemberî Kurdan naguherîne. Mixabin ew li dijî serkeftinên Başûrê Kurdistanê ne, Ala Başûrê Kurdistanê ango ya Kurdistanê wek ya dijminên xwe dibînin. Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin federasyon an jî dewlet çima wê li dijî Tirk, Ereb û Farisan be? Dewlata Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan tunebe?”

Baydemîr, rexneyên tund li dewleta Tirk girt û dîsa got: “Ji vê yekê bawer bikin, heger Ala Rengîn li heyv, mars û saturnê jî bê daliqandin ewê li dijî derkevin. Çimkî ew dijminên Kurdan e. Heger em Kurd li ser xalên hevpar li hev bikin dewletên cîhanê jî mecbûr in ku daxwazên me qebûl bikin.”

Herwiha Baydemîr da zanîn ku li Herêma Kurdistanê zimanê erebî û tirkmenî di parlamotoyê de wekî fermî tê naskirin, lê li parlamentoya Tirkiyê zimanê kurdî qedexe ye.

Baydemîr herweha bal kişand ser encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê jî û got ku ewê bi her awayî piştgirîya biryara gelê Kurd bikin