Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Partîyên îslamî jî gotin erê
 
Partîyên îslamî jî gotin erê
2017-04-15 18:43
MediaKurd > info@mediakurd.com
Di derbarê referandûmê û serxwebûna Kurdistanê de partîyên Kurdistanî dîtin û helwestên xw eşkere dikin. Ji derveyî beşek ji YNK, Goran û PKK, hema bêjin temamê rêxistin û partîyên Kurdistanê li gel referandûmê û serxwebûna Kurdistanê ne, serxwebûnê ji gelê Kurd re wek mafekî rewa dibînin.

Partîyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê konferanselk li dar xistin û helwesta xwe eşkere kirin. Partîyên îslamî bi gelemperî anîn zimên ku ew li gel serxwebûna Kurdistanê ne û serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurd e.

di vê derbarê de Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr serxwebûn wek mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê qebûl kir û got ku "Kurd jî wek gelên din ên cîhanê mafê wî yê serbixwebûnê heye. Ew wek aliyên Îslamî ji sedî sed li gel serxwebûna Kurdistanê ne".

Di referandûmaê û di êlankirina serxwebûna Kurdistanê de helbet tifaq, yekdengî û yekrêzî girîng û pêwîst e. Gava partîyên Kurdistanî di derbarê serxwebûna Kurdistanê de yekdeng û yekrêz bin, wê serxwebûna Kurdistanê jî nêzîktîr bibe û wê zêdetir piştgirîyê bistîne.