Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Partîyên Rojhilat piştgirîya referandûmê dikin
 
Partîyên Rojhilat piştgirîya referandûmê dikin
2017-04-17 17:44
MediaKurd > info@mediakurd.com

Lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê îsal di rojevê de ye. Li gor hatiye daxuyandin, referandûm gerek îsal di meha Îlonê de lidarkeve. Ji derveyê PKK û hêzên pêve girêdayî, temamê rêxistin, dezgeh û partîyên her çaq parçeyên Kurdistanê l igel referandûmê ne û piştgirîya referandûmê dikin.

Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanî jî piştgîrî û piştevaniya xwe ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê nîşan dan û serxwebûna Kurdistanê wek mafekî rewa yê gelê Kurd nirxandin.

Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mihemed Nezîf Qadirî, ragihand ku “Her bijardeya ku „Serokatîya Herêma Kurdistanê û hêz û alîyên siyasî bixwazin, em piştgirîyê lê dikin. Herwiha xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî piştgirîyek berfireh didin referandûma Başûrê Kurdistanê. Pêwist e hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê zanibin ku xelkê herçar parçeyên Kurdistanê hêviya wan li ser referandûma Başûr e.”

Ji alîyê din, Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşan a Kurdistanê Enwer Mihemed jî piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand ku “Referandum li her çar parçeyên Kurdistanê mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ye. Lewma jî divê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi yekhelwestî pêşwaziyê li referandûma çarenivîsa xwe bikin û rê nedin ku destên derve ji referandûma wan re bibin asteng. Bi vê referandumê wê hemû cîhan nas bikin ku gelê Kurd dixwazin çarenivîsa xwe diyar bikin. Êdî Kurdistan nikare di bin siya Bexdayê de berdewam bijî.”

Cîgirê Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê Husên Yezdanpena jî dîtina partîya xwe anî zimên û got ku “Gelê Kurdistanê biryara xwe daye ku bindestiyê qebûl nekin. Lewma biryara lidarxistina referandûmê biryarek pir girîng û di cihê xwe de ye. Referandûma Başûrê Kurdistanê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî dibe piştevaniyek xurt. Em hêvî dikin ku ev referandûm li parçeyên din ên Kurdistanê jî dûbare bibe.”