Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Obama Erdogan xapand
 
Obama Erdogan xapand
2017-04-20 19:44
MediaKurd > info@mediakurd.com

Di hol û meydana şerê germ de her dek û dolab tên zîvirandin, her lîztik tên lîztin. Xapandin û bikaranîn di siyaseta her welatî de heye û her kes li gor berjewendîyên welatê xwe gavan davêje.

Li Rojhilata Navîn ev lîztik û dek û dolab gellek caran hatine lîztin. Her dewlet yan jî her hevkar dixwaze yê din ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne heta ku bigihê armanca xwe.

Xuyaye mesela Amerîkay û Tirkiyê jî heman lîztik e. Dewleta Tirk dixwest Amerîkayê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne û wê ji alîkarîkirina PYD û YPG dûr bixe. Lê xuyaye hesabê sûkê û malê li hev derneketiye û vê carê Amerîka Tirkiye xapandiye.

Divê derbarê de Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li xwe mikur hat û qebûl kir ku desthilatdarîya Barack Obama ew di derbarê PYD û YPG de xapandine. Erdogan ji televizyona El Cezîreyê re gilî û gazindên xwe di derbarê Obama û desthilatdarîya wî de anîn zimên û got ku „berî niha di derbarê PKKê de wî û Amerîkayê lihev dikirin û di navbera wan de soz û peyman hebû. Ev peyman di rêveberîya Barack Obama de jî berdewm dikir. Lê Obama di derbarê PYD û YPGê de Tirkiye xapandiye“.

Erdogan ji rêveberîya Donald Trump hêvî kir ku wek Barack Obama li wan neke û di gotinên xwe de rexneyên tund li Îranê jî kir.

Erdogan, da zanîn ku Îran di demên dawî de hewl dide siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn firehtir bike û ji ber vê yekê jî ew ne rehet in. Erdogan herweha rêxistina Haşdî Şeibî wek rêxistinek terorîst bi nav kir û rexne li hikûmeta Bexdayê girt çima ku Haşdî Şeibî wek terorîst nabîne.