Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin
 
Êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin
2017-04-25 21:42
MediaKurd > info@mediakurd.com
Fraksiyonên Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû, Komel û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî bombebarana firokeyên Tirkîyê yê li Çiyayê Şingalê şermezar kirin.

Partiyên başûrê Kurdistanê di daxuyanîya xwe de gotin ku “Carek din firokeyên Artêşa Tirkîyê serweriya xaka Kurdistanê binpê kirine, baregahên pêşmerge, şervan û cih û warên hemwelatiyên li Şingal û navçeyên din bombebaran kirine.”

Pênc partiyên başûrê Kurdistanê êrîşa Tirkîyê wek “êrîşek ne mirovane” binav kirin û diyar kirin ku “Artêşa Tirkîyê ji kuştin, wêrankirin û aloziyên li herêmê berpirs e.”

Lê balkêş e, van her pênc partîyên başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de behsa PKK nekirin û sedema êrîşa firokeyên Tirkiyê neanîn zimên. Ew her pênc partî jî baş zanin ku heke PKK ji Şingalê derketibûya, wê dewleta Tirk nikarîbûya êrîşî Şingalê bike û tu mahne jê re nedima.