Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK berpirsiyar e
 
PKK berpirsiyar e
2017-04-25 21:59
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ji derveyî PKK û alîgirên PKK, her Kurdê Kurdistanî sedema êrîşa firokeyên dewleta Tirk bi PKK ve girê didin û PKK wek sersebebê pirsgirêkan dibînin.

Di derbarê êrîş û bombekirina Şingalê de Serokê Meclîsa Nînovayê Beşar Kîkî, ji Kurdistan 24 re da zanîn ku wan bi dehê caran ji PKK xwestiye ku ji Şingalê derkeve, lê PKK guhdarîya wan nekiriye.

Beşar Kîkî, got ku êrîş û bombekirina Şingalê ya ji alî dewleta Tirk ve armanc û daxwaza PKK ye û PKK dixwest rewş bigihê vê astê, çunkî PKK naxwaze dawî li êrşîan bêî.

Serokê Meclîsa Nînovayê Beşar Kîkî, got ku "hêza yasayî ya li Şingalê hêza pêşmerge ye. Me ji wan re got ku heke hûn dixwazin xizmeta Şingalê bikin, werin kar û xebata sivîl bikin. Lê wan qebûl nekir".

Beşar Kîkî, di axavtina xwe de got: "Divê PKK êdî terka herêma Şingalê bike. Sedema vê rewşê PKK ye. Em PKK ji rewşa îro perpirsiyar dibînin".

Beşar Kîkî, herweha bang li awira gelemperî ya navnetewî û Bexdayê jî kir û ji awira gelemperî û hikûmeta Bexdayê xwest ku ji bo derxistina PKK ji Şingalê berpirsiyarîyê bigire ser milê xwe û xwedî helwestek eşkere be.