Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK sedema êrîşê ye
 
PKK sedema êrîşê ye
2017-04-28 19:31
MediaKurd > info@mediakurd.com
Di derbarê êrîşa firokeyên Tirk a li ser Şingalê û kujtin û brîndarkirina pêşmergeyên Kurdistanê, Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji çapemenîyê re axivî û PKK wek sedemê vê êrîşê destnîşan kir.

Mesrûr Barzanî, di derbarê bombardûmankirina çiyayê Şingalê de anî zimên ku ew li benda tiştek wisa nebûn, lewra wan daxwaza îzahkirinê ji Tirkiyê kiriye.

Mesrûr Barzanî, di hevpeyvîna li gel rojnameyek Amerîkî eşkere kir ku "Tirkiye deverên sînor yên Kurdistanê bi hinceta PKKê bombardûman dike, lê belê em li benda vê yekê nebûn ku Şingalê bombardûman bike".

Barzanî, di berdewamiya axavtinên xwe de PKK wek sedema wê êrîşê nîşan da û got: "PKK sedemê tevahiya kêşeyên heyî ye, ev êrîşên han tu têkiliya xwe bi vê yekê re tuneye ka gelo ew dixwazin anjî na, ji ber ku PKK bi xwe dixwaze Tirkiyê bikşîne nava deverê".

Wek piranîya Kurdan, Mesrûr Barzanî jî di wê bawerîyê de ye ku PKK sedema hemû kêşe û pirsgirêkên deverê ye û bi van pirsgirêk û alozkirinan dixwaze dewleta Tirk bikşîne herêma Şingalê.