|
PKK zarokên dibistanê direvîne |
|
2017-04-30 19:58 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
PKK ne tenê zilmê li mezinan dike, herweha zilmê li zarokên Kurd jî dike û wan ji dibistanên wan direvîne, ji xwe re dike leşkir û mirîd.
Di vê derbarê de endamê ENKS yê li Amûdê Ismaîl Hemo ragihand ku, "li 4 dibistanên bajarê Amûdê PKKê 14 zarok ji dibistanê derxistine û ew birine nava hêzên xwe".
Îsmaîl Hemo bi berdewamî ji çapemenîyê re got: “Li 4 dibistanên Amûdê çekdarên PKK bi çekan êriş kirine ser xwendekaran, 14 kes ji wan girtine û ew birine leşkeriya zorane, da ku li Reqa şer bikin.”
Hemo wiha domand: “Malbatên wan zarokan li dûv zarokên xwe digerin û serdana asayişa PKK dikin, lê ew ji wan re dibêjin zarokên we bi kêfa xwe hatine û tev li me bûne.”
Li gor Ismaîl Hemo, hinek ji wan zarokên ku ji alîyê PKK ve hatine revandin ev in: Rêzan Mihemed, Dilovan Îsmaîl, Bilind Arif, Şivan Şêxo Hemê, Ebdulcebar Şêxo Hemê.
|
|
|