|
Divê Mesûd Barzanî serxwebûna dewleta Kurdistanê ragihîne |
|
2017-05-04 21:03 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serxwebûna Kurdistanê tê nîqaşkirin. Piranîya pisporên siyasî di wê bawerîyê de ne ku dema serxwebûna Kurdistnê hatiye û divê Kurd dereng nemînin. Helbet partîyên wek PKK, Goran û alîgirên Îranê li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, naxwazin dewletên dagîrker parçe bibin. Lê hem piranîya Kurdan, hem jî dostên Kurdan daxwaz dikin ku serxwebûn bê îlankirin û Kurd ve fersenda dîrokî nerevînin.
Pispor û şîrovekarê siyaseta Rojhilata Navîn Dr Edy Cohen ê îsraîlî, wek kesekî Îsraîlî di derbarê rewşa dawî û rewşa Kurdistanê de ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî û dîtinên xwe anî zimên.
Dr Edy Cohen, di hevpeyvîna xwe de got: "Divê cenabê serok Mesûd Barzanî serxwebûna dewleta Kurdistanê ragihîne. Gelê Kurd û cihû bira ne û dema em têkoşîna we dibînin ya me tîne bîra min. Têkiliyên me yên dîrokî yên hevpar hene. Rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî baş tê bîra me hemûyan bê çawa hewl da aştiyê pêk bîne û ew yekem kes bû ku têkiliyên me û gele Kurd ên esîl danîn."
Dr Edy Cohen, di axaftina xwe de bi dewamî got ku "Êdî dem dema serxwebûna Kurdistanê ye. Îro serokomarekî me heye ku dilxwazê doza we ya (Kurdî) ye. Nabe dem bê wendakirin. Dewletên rojavayî şaşî di derheqê we de kirin û li ber nifûza Tirkiye û Ereban ku tu xêrê ji we re naxwazin, stûyê xwe xwar kirin. Bêguman gava Kurdistan bê ragihandin, wê ji aliyê dewleta Îsraîlê ve piştgiriyek xurt werbigire".
Pisporê Îsraîlê Dr Edy Cohen, di berdewamiya axaftina xwe de behsa PYD jî kir û got: " Mixabin ji ber ku PYD li herêmên Kurdî hemû movikên jiyanê bi tena serê xwe kontrol dike û dilsoziya xwe ji PKK re nîşan dide, hemû Kurdan ji siyasetê dûr dixe û rê nade ku Kurdên din beşdar bibin, ev tişt hemû Tirkiye gelekî tirsandin. Heke hêzên PYD ji hemû Kurdan pêk bihata, Tirkiye wê newêrîbûya sengerên Kurdên li Sûriyê bombebaran bike. Heke Kurdên li Sûriyê bibin yek, ne Tirkiye, ne dijberî û ne jî rejîm wê nikaribin wan bihejînin, wê hemû mafên xwe bistînin û tevahiya cîhanê wê piştgiriya wan bike. Lê eger perçebûn û cudabûnê bibijêrin, em wiha bawer dikin ku Kurd wê ji her kesî zêdetir li Sûriyê wenda bikin û wê vê fersenda dîrokî ji destê xwe birdin, dibe ku ev fersend carek din neyê. Em hêvî dikin Kurd ji şaşiyên borî sûdê bigirin".
Wek Dr Edy Cohen jî anîyê zimên, fersendek dîrokî ketiye destê Kurdan û heke Kurd nebin yek û vê fersenda dîrokî ji derdên xwe berdin, belkî carek din ev fersend nekeve destên wan. |
|
|