Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Serxwebûn mafekî rewa ye
 
Serxwebûn mafekî rewa ye
2017-05-04 21:25
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ji ber ku Kurdistan di nav çar dewletên dafîrker de parçekirî û Kurd jî li her çar welatan dijîn, dewletên dagîrker naxwazin Kurd doza serxwebûnê bikin û Kurdistan serbixwe bibe. Gava beşek ji Kurdistanê serbixwe bû, helbet wê bandora xwe li parçeyên din jî bike. Û ev jî tirsa dilê dagîrkerên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî, dagîrkerên Kurdistanê bi her awayî hewl didin ku rê li ber referandûm û serxwebûna başûrê Kurdistanê bigrin da ku bandora xwe li parçeyên din neke û Kurdên parçeyên din jî doza serxwebûnê nekin.

Di vê mijarê de Îran rola sereke dilîze. Ji bo başûrê Kurdistanê serbixwe nebe û Iraq parçe nebe, çi bi rêya hevalbendên xwe yên Kurd ên wek PKK û Tevgera Goran be, çi jî bi rêyên din be, hewl dide ku rê li ber referandûm û serxwebûna Kurdistanê bigre. Heman lîztikê li Sûriyê jî dilîze, li rojavayê Kurdistanê û herweha li rojhilatê Kurdistanê jî bi rêya PKK û PYD nahêlin Kurd doza serxwebûnê bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî, ji bo lidarxistina referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê ragihandibû ku "Kurd beşekî giring ê Iraqê ne û di çarçoveya destûr û yekparçeyiya xaka wî welatî de xwediyê mafên xwe ne. Nabe ku Kurd li dijî yekparçeyiya xaka Iraqê rawestin, dijatiya serweriya Iraqê bikin û yekparçeyiya Iraqê qebûl nekin. Îran piştevanîya yekparçeyiya xaka Iraqê dike û li dijî her cudabûna li wî welatî radiweste".

Li hember vê daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng nema û bertekek tund nîşan da.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê dilgiraniya Herêma Kurdistanê ji ber helwesta Tehranê anî zimên û ragihand ku "Mafê çarenûsî wek hemû gel û netewên din ên cîhanê, mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye. Di vê xebatê de wê ji bo gihîştina xwestek û armancên xwe yên rewa berdewam be."