Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Êzîdî hemû ne li dijî Kurdistanê ne
 
Êzîdî hemû ne li dijî Kurdistanê ne
2017-05-07 19:18
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK beşek ji Kurdên Êzîdî ji Kurd û Kurdistanê dûr xistine û fikra "em ne Kurd in" xistiye serê wan. Ji bo ku Kurdên Êzîdî ji Kurdbûn û Kurdistnîbûnê dûr bixe, her tiştî dike. Li ser navê wan partî û rêxistinan ava dike, wan çekdar dike û hetta wan dişîne ser pêşmergeyên Kurdistanê jî.

Lê helbet her Kurdê Êzîdî ne PKKî ye û fikr û helwesta PKK naparêze. Çawa ku li Kurdistanê û li Şingalê hene, li Almanya jî Êzîdîyên ku birastî xwe wek Kurd dizanin û Kurdistanî ne pir in.

Di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de gellek ji Kurdên Êzîdî li Almanya piştgirîya xwe nîşan didin. Ji bo serxwebûna Kurdistanê kêfxweş û dilşa dibin û dixwazin Kurdistan bê avakirin û wek Kurd dewletek wan jî hebe. Ew daxwaz dikin ku referandûm di demek nêzîk de bê lidarxistin da ku navçeyên Kurdistanî hemû vegerin ser Herêma Kurdistanê.

Di vê derbarê de Kurdê Êzîdî Nayif Reşo Êsîanî, Hesen Melo Reşîd,
Dawûd Şukrî û gellekên din, ku li bajarê cûrbecûr yên Almanyayê dijîn, kêfxweşîya xwe anîn zimên û gotin: “Hêviya me ew e ku serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin û em jî bibin dewletek serbixwe. Ji ber ku ji kevin ve Kurd û Serok Barzanî kar û xebat ji vê armanca me re kirine û niha dema wê hatiye. Dem hatiye ku ala me li tenişt alên cîhanî bê bilindkirin û em jî bigihên hemû mafên xwe”.

Li alîyê din, ne tenê li Şingal û Kurdistanê, herweha li Ewrûpayê jî Êzîdîyên ku rastîya PKK naskirine ji PKK dûr dikevin û vedigerin ser rastî, kok û binyata xwe.