Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK li ku be, malwêranî li wir e
 
PKK li ku be, malwêranî li wir e
2017-05-07 19:32
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rewşa Bakurê Kurdistanê û PKK li ber çavan e. Cihê ku PKK lê be, bêguman xirabkirin, koçberî û malwêranî jî lê ye. Ev tişt li Başûrê Kurdistanê jî rastîyek e. Ji xwe rewşa Rojava jî li holê ye.

Li Başûrê Kurdistanê PKK gellek gundên derûdora Duhokê, Zaxo, Amedîyê û deverên din bi darê zorê zevt kiriye. Gundî ji tirsa PKK terka cîh û warên xwe dikin û newêrin vegerin gund û warên xwe.

Li gor tê ragihandin, zêdetirî 90 gundên sînorê bajarokê Amêdiyê di bin destê PKK de ne. eEw gund wêran in, nehatine avedankirin û ne jî xelk wêrin vegerin ser erd û malên xwe. Lewma jî xelkê wan gundan bi riya çapemenîyê daxwaz ji PKK dikin ku ji gundên wan derkevin.

Di vê derbarê de gundîyê Amedîyê yê bi navê Ferman Hemîd, dibêje ku “Nîvê axa sînorê Amêdiyê di bin destê PKK de ye. Em nikarin biçin ser zevî û gundên xwe. Heke ne ji wan be wê Amêdiyê bibe xweştirîn cihê geştiyar û seyranê. Lewma jî em daxwaz dikin ku PKK ji sînorê Başûrê Kurdistanê dûr bikeve".

Gundîyekî din yê bi navê Rizgar Reşîd dibêje: “Ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê li ser PKK, di nava gundên me de xelkê me dibin qurbanî. Heke ew li nava gundên me nebana balafirên Tirkiyê li gundên me nedidan. Bi dehan gundên me di bin destê PKK de ne û xelkê me nikarin vegerin ser mal û milkê xwe. Heke PKK aliyekî Kurdî be, bila xwe ji navçeyên me dûr bike û li pêşiya avedankirina gundên xelkê me yê hejar û feqîr nebe asteng û rêgir".

Herweha Fermanberê bi navê Çiya Mistefa jî gotiye: “PKK rêgiriyê li me dike ku em biçin wan gundên Amêdiyê yên di bin destê wê de. Dema xelkê me yên hejar diçin, bac û gumrikê ji wan distînin. Zêdetirî 90 gundên sînorê bajarokê Amêdiyê di bin destê PKK de ne, ew gund wêran in, nehatine avedankirin. Bila vegerin xebata xwe li Bakurê Kurdistanê bikin. Ma Amêdiyê cihê xebata wan e?”.