Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka ji berê zêdetir nêzîkî Kurdan e.
 
Amerîka ji berê zêdetir nêzîkî Kurdan e.
2017-05-13 23:54
MediaKurd > info@mediakurd.com

Nûçegihanên Rojhilata navîn yên Guardîan Martîn Chulov û Fazel Hawramy, di derbarê rewşa Amerîka û Kurdan de gotarek nivîsandin û dîtinên xwe pêşkêşî awira gelemperî kirin.

Li gor nûçegihanên Guardîan, piştî ku baregehên YPG ji alî Tirkiyê ve hatine bombebarandin, têkilîyên Amerîka û Kurdan (YPG) xweştir bûne. Li gor gotara Guardîan, hêzên Amerîkayê li sînorê Rojava û Tirkiyê herêmek tampon çêkiriye û dibêje: „ Bi ser ku Tirkiye aciz û bi hêrs e, Amerîka dîsa jî di şerê li dijî DÎŞê de Kurdan wek hevkar dibîne. Tirkiye bawer dikir ku wê desthilatdarîya Trump vê rewşê biguherîne û hevkarîya Amerîka û Kurdan pûç bike. Hevkarî û peymana Amerîka û Kurdan jar nabe, lê xurttir dibe. Tirkiye û Serokkomarê wê R.T Erdogan di wê bawerîyê de ye ku hevkarîya Amerîka û Kurdan wê hewl û xebata xweserîya Kurdan xurttir bike, û wê ev hewl û xebat jî agirê berxwedana Kurdên Tirkiyê geştir bike. Ji ber vê sedemê, di bombekirina baregehên YPG de Tirkiye bi derengî Amerîka agahdar kir“.

Li gor nivîsa Guardîan, li Sûriyê berfirehbûn û pêşketina Kurdan wê di encamê de Amerîka û Tirkiyê bîne hemberî hev. Guardîan dibêje: „Piştî Raqqa û bajarên din ji destê DAÎŞê bên rizgarkirin, wê di çarçoveya peymanekê de Kurd doza navgîna Derya Spî bikin. Wê Kurd bixwazin xwe bigihînin Derya Spî û rêya bazirganîya deryayî ji xwe re vekin“.

Guardîan, cîh daye gotinên Berpirsa Projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv ku ji Observer re gotibû „Xwegihandina Derya Spî projeya me ya Bakurê Sûriyê ye, xwegihandina Derya Spî mafê me yê rewa ye. Xwegihandina Derya Spî wê piranîya pirsgirêkên xelkê çareser bike, wê li Bakurê Sûriyê herkes ji vê yekê berhemdar be“.

Guardîan, di dawîya nivîsa xwe de anîye zimên ku „ji bo pêkanîna projeya Derya Spî, divê Kurd bi Rûsya û rejîma Sûriyê re li hev bikin, ji ber ku Rûsya di peymana Herêma Ewle de xwedî gotin û bandor e“.