Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Serlêdanên penaberîyê zêde bûne
 
Serlêdanên penaberîyê zêde bûne
2017-05-13 23:57
MediaKurd > info@mediakurd.com

Li gor salên bihurî, îsal serlêdanên penaberên ji Tirkiyê zêdetir bûne.Li gor rojnameya Welt, li gorî par, îsal serlêdanên penaberên ji Tirkiyê zêdetir bûne û piranîya wan serlêdanan jî hatine pejirandin.

Daîreya Koçber û Penaberan a Federal, ji rojnameya Welt re da zanîn ku di sala 2016an de 1837 ji serlêdanên penaberên ji Tirkiyê bi erênî hatine pejirandin û di çar mehên 2017an de jî 1655 serlêdan encamên xwe dane.

Li gor agahdarîyên Daîreya Koçber û Penaberan a Federal, di çar mehên (heta Nîsanê) 2017an de 2130 hemwelatîyên Tirkiyê (Tirk û Kurd) serî lê penaberîyê dane. Ji wan kesan 1338 kes Kurd in. Di sala 2016an de jî 5742 kesan serî li penaberîyê dabûn û ji wan jî 4383 kes Kurd bûn.

Li gor Daîreya Koçber û Penaberan a Federal, piştî darbeya 17ê Tîrmehê ya li Tirkiyê, di 2017an de 209 kesên dîplomat û 205 kesên xwedîyê pasaportên kesk serî li penaberîyê dane. Li gor agahdarîyên Daîreya Koçber û Penaberan a Federal, di serlêdanên penaberîyê de Tirkiye di rêza 8.emîn de cîg digre.