Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hêza pêşmerge dibe yek
 
Hêza pêşmerge dibe yek
2017-05-14 20:45
MediaKurd > info@mediakurd.com
Yekkirina hêza pêşmergeyên Kurdistanê ji bo pêşeroja Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdî şertê herî girîng e. Kurdistan bi hêza pêşmerge tê paraztin, wê bê paraztin û ji ber vê yekê jî, divê hêza pêşmerge di bin sîwana yek dezgehê de be.

Heta niha her partîyek xwedîyê hêza xwe ya pêşmerge bû. Lê piştî biryara dezgeha wezîran, biryar hat girtin ku hêza pêşmergeyên Kurdistanê bibe yek û ji bin dîwan û bandora partîyan derkeve, bibe artêşa Kurdistanê.

Dezgeha Wezîrên Kurdistanê, li ser daxwaza wezareta pêşmerge, biryara yekgirtina pêşmergeyên Kurdistanê pejirand. Projeya yekgirtina pêşmergeyên Kurdistanê bi destek û alîkarîya pisporên Amerîkî û Ingilîz hatiye amadekirin.

Yekbûn û yekgirtina hêza pêşmergeyên Kurdistanê herweha nîşan û alameta serxwebûna Kurdistanê ye jî. Heke artêşek hevbeş û yekgirtî ya Kurdistanê nebe, serxwebûna Kurdistanê jî derengtir dikeve. Ji ber vê sedemê, yekgirtina hêza pêşmerge hem daxwaza Kurdan û hem jî dostên Kurdan bû.