|
Gelo wê pêşmerge Şingalê rizgar bike? |
|
2017-05-17 23:27 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş, bi daxuyaniyekê li dijî dek û dolabên PKK, Heşda Şeibî û serêşandina Kurdên Êzdî derket û daxwaz ji hêzên pêşmerge kir ku hemû navçeyên Şingalê rizgar bikin.
Di daxuyaniyê de Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş, eşkere kir ku divê PKK û Heşda Şeibî xwe ji gund û komelgehên Êzdiyan dûr bixe û ew erk tenê dikeve ser milê hêzên pêşmerge”.
Li gor Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê, ne di berjewendiya Êzdiyan de ye ku têkevin nava şer û hebûna wan hêzan jî li ser axa Şingalê dibe sedema venegeryana koçberên Şingalê.
Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê, helwesta Serokatiya Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Pêşmerge bi erênî nirxand, piştgirî da wan û daxwaz kir ku hêzên pêşmerge bi xwe hemû navçeyên Şingalê rizgar bikin. |
|
|