Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Rojane 5 hezar kes ji nexweşîya Jana Zirav dimirin
 
Rojane 5 hezar kes ji nexweşîya Jana Zirav dimirin
2017-05-18 19:23
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li welatên pêşketî penceşêr, û li welatên paşdemayî jî Jana Zirav (werem, tuberkuloz) bi pêş dikeve. Li welatên pêşketî û xwedî teknolojî ji ber bikaranîna xwarinên hormonîk û nepakîya hewayê nexweşîya penceşêr bi pêş dikeve. Ji bo pareyên zêde bên qezenckirin, şîrket û fabrîkayên pêşketî her cûre sextekarîyan dikin da ku zûtir û zêdetir dewlemend bibin. Ev sextekarî û hêrsa qezenckirina pareyên zêde, hema bêjin li seranserê cîhanê didome. Ev hêrsa qezenckirin û dewlemendbûnê dibe sebeb ku xwari û vexwarinên bi hormon û ne saxlem têkevin bedena mirov û nexweşîyên giran ji wan xwarin û vexwarinan peyda bibin.

Li alîyê din, li welatên feqîr, jar û bêmecal jî ji ber tunebûn û birçîbûnê nexweşîya Jana Zirav bi pêş dilkeve. Mirovên jar û hejar ji ber tunebûna xwarin û vexwarinê bi nexweşîya Jana Zirav (werem, tuberkuloz) dikevin û ji dinyayê koç dikin.

Rêxistina Tendirustîya Dinyayê (RTD), bang li hikûmetan kir ku li dijî nexweşîya Jana Zirav têbikoşin û helwestê deynin.

Rayedara Rêxistina Tendirustîya Dinyayê Margaret Chan, li Cenevreyê bi daxuyanîyekê eşkere kir ku rojane 5 hezar feqîr û hejar ji ber nexweşîya Jana Zirav dimirin. Margaret Chan, di daxuyanîya xwe de got: „Herî zêde mirovên feqîr, jar û belengazên ku ji civatê hatine dûrxistin raserî vê nexweşîya giran tên. Herweha ev nexweşîya giran penaber, koçber, girtîyên hepsê, kêmnetewe, zarok û pîr û kalan jî tehdît dike. Ev kesên ku raserî vê nexweşîyê tên, dibê bên paraztin û xwedî li wan bê derketin“.

Margaret Chan, da zanîn ku „di 2015an de 10 milyon û 400 hezar kes bi nexweşîya Jana Zirav ketine û ji wan jî 1 milyon û 800 hezarî jiyana xwe wenda kiriye. Ji sala 2000 û bi vir de 49 milyon kes ji mirina Jana Zirav hatine rizgarkirin“.