Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Aribe Eldad: Divê Îsraîl piştgirîya Kurdistanê bike
 
Aribe Eldad: Divê Îsraîl piştgirîya Kurdistanê bike
2017-05-18 19:40
MediaKurd > info@mediakurd.com

General û siyasetmedarê Îsraîlî Arîbe Eldad, bang li rayedarên Îsraîlê kir ku piştgirîya Kurdistanek serbixwe bikin û ji bo vê yekê di qada navnetewî de hewldanên xwe zêdetir bikin.

Arîbe Eldad, di artêşa Îsraîlê de generalekî payebilind e û Berdevkê Partîya Netewî ya Rastgir e. Eldad, ji rojnameyek Îsraîlê re gotarek nivîsand û di derbarê Kurd û Kurdistanê de dîtin û helwesta xwe eşkere kir. Eldad, di gotara xwe de got ku „divê dewleta Îsraîl li kêleka Kurdan cîh bigre, û divê Îsraîl helwesta xwe ya li hember Tirkiyê hişktir û xurttir bike“.

General Arîbe Eldad, herweha rexne li siyaseta Îsraîl jî girt û anî zimên ku “lêborîna ji Tirkiyê xeletîyek mezin bû. Divê Îsraîl piştgirîya Kurdên Iraqê û Kurdên Tirkîyê bike, divê Îsraîl piştgirîya Kurdistanek serbixwe bike û ji bo naskirina wê di qada navnetewî de xwedî lê derkeve”.

Arîbe Eldad, rexne li siyaseta Benyamîn Netanyahû jî girt û anî zîmên ku “piştî daxuyanîyên Erdogan divê Îsraîl têkilîyên normal bi Tirkîyê re daneyne û divê Îsraîl li dijî Tirkîyê şerê sîplomatîk û siyasî bide destpêkirin”.