Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Newşîrwan Mistefa çû rehmetê
 
Newşîrwan Mistefa çû rehmetê
2017-05-19 20:10
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ji ber nexweşiyek giran di temenê 73 saliyê de koça dawî kir.

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve Serokê Giştî yê Goranê bû.

Berdevkê Tevgera Goranê Şoriş Hacî, bi daxuyaniyekê ji televizyona fermî ya Tevgera Goran re belavkir ku Newşîrwan Mistefa îro 19ê Gulanê serê sibê koça dawî kiriye.

Şoriş Hacî, di daxuyaniya fermî de hevxemiya xwe û Tevgera Goran li gel malbat û kesûkarên Newşîrwan Mistefa anî zimên.

Newşîrwan Miseta yek ji damezrênerê sereke yê YNK bû û heta sala 2006ê endamê polîtboruya YNK bû.

Piştre Newşîrwan Mistefa ji nav refên YNK veqetiya û di sala 2009 de lîsta Goranê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çêkir, wê lîsteyê di hilbijartinan de serkevtinek mezin bi dest xist û bû xwedîyê 24 kursiyên parlamentoyê.

Newşîrwan Mistefa sala 1944 li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû.