Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Mana PKK a li Şingalê siyasî ye
 
Mana PKK a li Şingalê siyasî ye
2017-05-22 15:37
MediaKurd > info@mediakurd.com
Heyeta Serbixwe ya Mafê Mirovan, di derbarê PKK û mana wê ya li Şingalê daxuyanî da û got: "Mana PKK ya li Şingalê ne mirovî, lê siyasî ye".

PKK bi hinceta alîkarîya mirovî li gund û bajarên Kurdistanê bi cîh dibe û piştre jî wê ji xwe re dike hincetek siyasî û ji wan deveran dernakeve. Mesela Şingalê jî heman taktîka PKK bû.

Serokê Heyeta Serbixwe ya Mafê Mirovan a Kurdistanê Ziya Patrosî, bi daxuyanîyekê da zanîn ku mana PKK a li Şingalê armanca xwe ya mirovî tuneye û armanca PKK li Şingalê siyasî ye. Zîya Patrosî herweha da zanîn ku ji sala 2014an ve li Kurdistanê mafê mirovan şertên jiyanê kêmtir bûne.

Li gor Ziya Patrosî, 1 milyon û 600 hezar koçber li Kurdistanê hene û xwedîlêderketina wan a ji alî Kurdistanê ve girîng e. Xwedîlêderketina 1 milyon û 600 hezar koçberên şer helbet bandora xwe li guhertina şertên jiyana xelkê Kurdistanê jî dike.

Ziya Patrosî, di dawîya daxuyanîya xwe de anî zimên ku mana PKK a li Şingalê pirsgirêkên mezin afirandine û got: "Mana PKK a li Şingalê ne ji bo xizmetkirina Şingalîyan e, PKK li Şingalê xwedîyê ajandeyek siyasî ye û wek Heyeta Serbixwe ya Mafê Mirovan em naxwazin PKK li Şingalê bimîne".