Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hêza hewayî tê damezirandin
 
Hêza hewayî tê damezirandin
2017-05-23 17:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li gor agahîyên herî dawîn, Wezareta Pêşmerge hêzek hewayî dadimezirîne. Herweha xebatên yekkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê yên di bin baskê Wezareta pêşmerge jî berdewam dikin.

Li gor agahîyên çapemenîya Başûrê Kurdistanê, Wezarata Pêşmerge bi alîkarîya Amerîka, Brîtanya û Almanyayê amadekarîya damezirandina hêzek hewayî dike. Piştî ku ev plan û madekarî pêşkêşî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bû û Barzanî jî ew pejirand, wê têkeve merîyetê. Ji alîyê din, amadekarî tên kirin ku hêzên pêşmerge bibe beşek ji hêza NATOyê jî.

Li gor vê plan û projeyê, wek hêzên NATOyê wê hêzên pêşmerge jî wek artêşek bi rêk û pêk bê perwerdekirin û bibe hêzêk ji hêzên NATOyê.

Li gor agahdarîyên Wezareta Pêşmerge, ev plan û proje bi desteka Amerîka, Brîtanya û Almanyayê tê meşandin û di demek kurt de wê berhemên xwe bide. Heke hat û ev plan û proje ji alîyê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve bê qebûlkirin, helîkopter û balafirên şer jî têkevin bin emrê hêzên pêşmerge.

Li gor pispor û zanyarên siyasî, wê ev gava girîng alîkarîyek mezin bi tecrubeya dewletbûnê re bike.