Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo Rêdûr hat revandin?
 
Gelo Rêdûr hat revandin?
2017-05-29 17:24
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li gor tê gotin, PKK tîmek taybet şandiye ser Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl û ew revandine, birine cîhekî nebedî û nenas.

Di vê derbarê de ji rêvebirên ENKS Xalid Elî jî behsa revandina Rêdûr Xelîl kir û ev nûçe piştrast kir.

Wek tê zanîn, Rêdûr Xelîl gellek caran ne wek PYD û PKK difikirî û zêdetir Kurdewarî û Kurdistanî bû.

Sedema revandin yan jî birina Rêdûr Xelîl ne kifş e. Li gor hinekan Rêdûr Barzanîcî bû û ji ber wê PKK ew ji Berdevkîya YPG kişandiye. Hinek jî dibêjin ku Rêdûr Xelîl bi xwe dev ji kar berdaye.

Li şûna Rêdûr Xelîl Nûrî Mihemed bûye Berdevkê YPG. Nûrî Mihemed (Heval Karwan) kadirê PKK ye û xuyaye wê vê carê wek Rêdûr Xelîl neaxive.