Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Mafekî rewa ye û em rêzê nîşan didin
 
Mafekî rewa ye û em rêzê nîşan didin
2017-06-09 22:28
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku biryara referandomê daxwaza rewa ya gelê Kurdistanê ye û ew hurmetê nîşan didin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heathers Nauert, li Waşingtonê di civînek rojnamevaniyê de behsa referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û ragihand ku "Amerîka hurmetê nîşanî daxwaza rewa ya xelkê Kurdistana Iraqê dide".

Heathers Nauert, di axavtina xwe de got ku " Amerîka alîgirê Iraqa yekgirtî û federal e. Me fikrên xwe ji rayedarên Kurdistana Iraqê re ragihandiye. Ji ber tirsa wê yekê heye ku biryara referandomê, eger bicîh jî neyê, wê astengiyan li pêşiya şerê şikandina DAIŞê derxîne. Şerê DAIŞê berî her tiştî ye".

Heathers Nauert, anî zimên ku Amerîka dixwaze Bexda û Hewlêr bi diyalogê nakokiyên xwe çareser bikin û pêwendiyên xwe bihêz bikin.