|
Grûp û partîyên Turkmen û Keldanî piştgirîya referandûmê dikin |
|
2017-06-11 17:35 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi 19 grûpên siyasî û partîyên ku li derveyî parlamentoya Kurdistanê mane civînek saz kir. Piştî şirove û nirxandinên piştî civînê, rewşa navxweyî, navnetewî, tekoşîn û bedelên ku milletê Kurdan ji bo serxwebûnê dane li ber çav hatin girtin.
Di encamê de her 19 grûp û partîyên siyasî biryarmend û herfikir bûn ku ji bo referandûma 15ê Îlonê bixebitin, di komîteyên referandûmê de cîh bistînin û ji bo serkeftina referandûmê kar bikin. Her 19 grûp û partîyên siyasî, biryara referandûmê wek biryarek dîrokî nirxandin û piştgirîya xwe eşkere kirin.
Hinek ji wan grûp û partîyên ku piştgirîyê didin referandûma serxwebûnê ev in:
Yekîtîya Netewî ya Demokratîk a Kurd
Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan
Partîya Netewî ya Kurdistanê
Partîya Aştîxwazên Kurdistanê
Partîya Pêşverû û Demokrat a Kurdistanê
Tevgera Demokratîk û Azadî ya Kurdistanê
Partîya Demokratîk a Beyt En-Nehreyn
Mînbera Demokratîk a Keldanîyan
Tevgera Demokratîk a Turkmenan
Tevgera Demokratîk a Serbixwe
Partîya Demokrak a Turkmenên Kurdistanê
Komela Çandî ya Turkmenên Kurdistanê
Partîya Gelê Turkmen
Partîya Lîberal a Turkmenan
Partîya Netewî û Azadîya Turkmenan |
|
|