Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Wê Kurdistan ava bibe
 
Wê Kurdistan ava bibe
2017-06-16 20:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
Kevnewezîrê derve yê Tirkiyê û diplomatê ku herî zêde li Rojhilata Navîn xebitîye Yaşar Yakiş, di derbarê avabûna dewleta Kurdistanê de ji çapemenîya Tirkiyê re axivî û dîtinên xwe anîn zimên.

Yaşar Yakiş, yekem wezîrê derve yê desthilata AK Partî bû. Yakiş, di hevpeyvîna xwe de destnîşankir ku divê dewleta Tirkiyê têkilîyên xwe bi Kurdan re xweştir bike û divê vê rastiyê bide ber çav ku wê dewletek Kurd ava bibe.

Yaşar Yakiş, anî zimên û got ku “Civata navnetewî zane ku 35-40 milyon Kurd neteweyek herî mezin e û bê dewlet e. Rojekê wê dewletek Kurd bê damezirandin û wê ew pêvajo berdewam bike. Heke em çavdêriyek baş bikin, divê em vê realiteyê bibînin”.