Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em referandûmê ji bo gelê xwe dikin
 
Em referandûmê ji bo gelê xwe dikin
2017-06-16 20:08
MediaKurd > info@mediakurd.com
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di derbarê hevdîtinên bi rayedarên Yekîtîya Ewrûpayê re axivî û behsa hevdîtinên bi rayedarên Yekîtîya Ewrûpayê, berpirsên Belçîka û Holandayê kir.

Qubat Talebanî, diyar kir ku wan di hevdîtinan de hinek daxwaz ji rayedarên Yekîtîya Ewrûpa, Belçîka û Hollanda kirine. Li gor talabanî dibêje, wan hem siyasî hem jî aborî alîkarî ji rayedarên Yekîtîya Ewrûpayê xwestine da ku hikûmeta Kurdistanê karibe bernameya çaksazîyên xwe pêk bîne.

Talabanî, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî agahdarî dan û got: „Me ji rayedarên Ewrûpayê re eşkere kir ku referandûma me di rêya serxwebûnê de pêngavek girîng e. Ev referandûm ji bo zanîna raya gel e. Ev prosesek demokratîk e“.

Qubad Talabanî, herweha da zanîn û got: „Berî ku em di derbarê referandûm û serxwebûnê de raya welatan werbigrin, ra û dengê gelê me ji hemû tiştekî girîngtir e. Em vê yekê ji bo gelê xwe dikin, ne ji bo partiyek siyasî û hikûmetekê ye. Ne ji bo xatirê welatekî û li dijî welatekî ye. Lewma wergirtina biryar û raya gelê me, ji wergirtina raya dost û dijminan girîngtir e.”