Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em bê qeyd û şert piştgiriya referendûma serxwebûnê dikin
 
Em bê qeyd û şert piştgiriya referendûma serxwebûnê dikin
2017-06-16 20:16
MediaKurd > info@mediakurd.com
Piştî Berdevkê partîya HDP Osman Baydemîr, Cîgirê Serokê fraksîyona Partîya Demokrasîya Gelan (HDP) Ahmet Yildirim jî helwesta xwe eşkere kir.

Cîgirê Serokê fraksîyona (HDP) Ahmet Yildirim, daxuyand ku “bê qeyd, bê şert, eşkere û bi zelalî em piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin.”

Yildirim, anî zimên ku “divê Tirkiye rêzê ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re bigre û heke Kurdistan bibe dewletek serbixwe wê zêdetir jî pêş bikeve û ser bikeve”.

Yildirim, di derbarê têkilîyên Tirkiyê û helwesta wê ya li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê jî got: „Ez dijberiya Tirkiyê fêhm nakim. Di warê aborî de dan û standinek gellek mezin di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de heye.Herêma Kurdistanê herweha ji bo ewlehîya herêmê gelek xebat kir”.