|
Kazakistan û Îtalya piştgirîya referandûmê dikin |
|
2017-06-20 16:27 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de çêdibe. Her çiqas hinek welat û alî li dijî referandûmê derdikevin û dibêjin "ne wexta referandûmê ye" jî, piştgirîya ji bo referandûmê zêdetir dibe. Ji derveyî PKK û hevalbendên wê, piranîya Kurdan ji bo pêkanîna referandûmê yekdeng in û piştgirîya wê dikin. Herweha dewletên biyanî jî piştgirîya referandûmê dikin û dostanîya xwe nîşan didin.
Li gor Berpirsê Komelgeha Hêvî ya ji bo dostanîya Kurd û Kazaxistanê û Nûnerê PDKê li Asyaya naverast û Kazaxistanê Dr. Mihemed Ehmed Berazî, eşkere kir ku Hikûmeta Kazaxistanê piştgiriyê dide referandûma Başûrê Kurdistanê.
Dr. Mihemed Ehmed Berazî, ji malpera KDP.info re ragihand û got: “Welatê Kazaxistan û Kurdên wî welatî bi hemû awayî ligel dewleta Kurdistanê ne. Kazaxistan amadeye bi hemû awayî piştgiriyê ji referandûma Başûrê Kurdistanê re bike û alîkarîya Kurdistanê bike".
Ji alîyê din, Nûnera Hikûmeta Kurdistanê ya li Îtalyayê Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Îtalya dibêje, him hikûmeta Îtalya him jî dewleta Vatîkanê piştevaniya referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin.
Ji alîyê din, Dîplomata Kurd û nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Îtalya Rêzan Salih jî daxuyand ku berpirs û rayedarên hikûmet û partiyên siyasî yên Îtalya bi kêfxweşî piştevanîya referandûm û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin û dibêjin ku mafê her miletekî heye bibe xwedan dewlet".
|
|
|