|
Raya giştî piştgirîya serxwebûna Kurdistanê dike |
|
2017-06-20 17:22 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Berpirsê Pêwendîyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê û piştgirîya wê de axivî û ragihand ku raya giştî ya dinyayê piştgirîya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike.
Felah Mistefa, di axavtina xwe de daxuyand ku "Gelê Kurdistanê gelek derd û êş kişandiye û gelek zilm lê hatiye kirin. Ji ber vê yekê divê çareyek jê re bê dîtin. Referandum wê bibe dermanê vê derd û êşa milletê Kurd ".
Felah Mistefa, da zanîn ku tenê gelê Kurdistanê dikare biryarê li ser encama referandûmê bide û got: "Raya giştî ya cîhanê piştgirîya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike".
|
|
|