Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo birastî Bexdadî hatiye kujtin?
 
Gelo birastî Bexdadî hatiye kujtin?
2017-06-30 19:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
Parêzvanên Şoreşa Îranê daxuyandin ku serokê rêxistina terorîst a DAİŞ ê Ebûbekir Bexdadî hatiye kujtin.

Berî niha Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî gotibû ku di êrîşa 28ê Gulanê de hêzên hewayî yên Rûsyayê li başûrê Raqayê êrîşek hewayî pêk anîne û di êrîşê de Bexdadî hatiye kujtin.

Amerîkayê jî di derbarê kujtina Bexdadî de gotibû ku agahiya wan jê tuneye.

Alî Şîrazî, ku di Parêzvanên Şorişa Îranê de temsîlkarê serokê Îranê Ayetullah Hamaney e, dibêje; “di mirina Bexdadî de qet şika wan tuneye.”

Li gor daxuyanîya Alî Şîrazî, şik û gumana kujtina Ebûbekir Bexdadî nemaye û Bexdadî hatiye kujtin.