|
Êzîdiyan encumena xwe hilweşandin |
|
2017-06-30 19:28 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Li gor agahdarîyên dawî, heta niha zêdeyî hezar Kurdên Êzîdî ji PKK cuda bûne û hebûna PKK a li Şingalê hêdî hêdî dawî lê tê.
Fermandarê Êzîdî yê pêşmerge Qasim Dirbo, eşkere kir ku zêdetirî 1000 çekdarên Êzîdî ji PKKê cuda bûne û encumena xwe jî hilweşandine. Li gor Qasim Dirbo dibêje, hebûna PKK a li Şingalê hêdî hêdî dawî lê tê û Kurdên Êzîdî PKK naskirine.
Qasim Dirbo, da zanîn ku “Rûyê rastîn ê PKKê ji xelkê Şingalê re eşkere bûye û xelk ji wan dûr dikevin. Zêdetirî 1000 çekdar ji PKKê cuda bûne û piraniya wan hatine û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne. Çekdarên Êzîdî yên din hinek ji wan PKK ne û hinek jî bûne Heşda Şeibî. Lewma di nava wan de nakokî û pirsgirêk hene, çeperan li hemberî hev dikolin û rê li pêşiya hev digrin”.
Li gor Qasim Dirbo, nakokî û pirsgirêkên nava Kurdên Êzîdî û PKK her roj zêdetir dibin û çekdarên Kurdên Êzîdî xwe li refê pêşmergeyên Kurdistanê digrin.
|
|
|