Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Piştevaniya referandoûma serxwebûnê erkekî netewî û olî ye
 
Piştevaniya referandoûma serxwebûnê erkekî netewî û olî ye
2017-07-04 18:15
MediaKurd > info@mediakurd.com
Her ku referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe, dîtin û helwesta kesayet, rêxistin û partîyên Kurdistanî jî eşkeretir dibin. Êdî ji derveyî PKK, Tevgera Goran, hinek partîyên îslamî û kesayetên ku zilamên îranê ne, tu Kurdek nemaye ku piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê neke. Her Kurdê welatperwer alîgirê referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye û ji bo wê dixebite.

Nûnerê û şopgêrê xeta Şêx Osmanê Tewêle û terîqata Neqşibendî Şêx Ebdurehmanê Neqşibendî, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de bang li hemû Kurdan kir ku piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.

Şêx Ebdurehman Neqşibendî, ragehand ku ‘’Piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê erkekî netewî û olî ye û got: ‘’Ezê bibim pêşmergeyê yekem ê Komara Kurdistanê û ji bo dewletbûna Kurdistanê çi dikeve ser milê min ez amade me bikim. Ezê xwe ji tu erkekî nedim paş û ev rê rêyek pîroz e".