|
Nûnerên 7 welatan: Em li pişta Kurdan e |
|
2017-07-04 19:56 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi nûnerên 7 welatan re hevdîtinek kir û ji wan re behsa mafdarîya referandûma serxwebûna Kurdistanê kir. Barzanî, ji nûnerên Filistîn, Emîratên Erebî, Kuweyt, Sûdan, Urdun, Misir û S. Erebistanê re axivî û got ku divê herkes rêzê ji daxwaza serxwebûna Kurdistanê re bigre.
Mesûd Barzanî, balyoz û nûnerên 7 welatên ku li Hewlêrê nûnerayetî û balyozxaneyên xwe vekirine qebûlî dîwana xwe kir û bi wan re hevdîtinek kir. Barzanî, di hevdîtin û axavtina xwe de behsa pêwistî û mafdarîya serxwebûna Kurdistanê kir û da zanîn ku divê herkes rêzê ji biryara milletê Kurd re bigre. Barzanî, herweha bi eşkere anî zimên ku ewê tucarî ji doz û armanca serxwebûna Kurdistanê venegerin.
Di hevdîtinê de nûner û balyozên her 7 welatan kêfxweşîya xwe anîn zimên, pesnê qehremanîya pêşmergeyên Kurdistanê dan û şerê wan yê li dijî ÎŞÎDê bi şanazî pesinandin. Nûner û balyozên her 7 welatan, herweha pesnê hikûmeta Kurdistanê dan û alîkarîya wan ya bi koçberan re pîroz û bilind nirxandin.
Nûner û balyozên mêvan di dawîyê de anîn zimên ku ewê li pişta milletê Kurd bin û di daxwazên wan yên mafdarî û meşrû de li pişta milletê Kurd bin.
|
|
|