Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Referandûm pirsek netewî ye
 
Referandûm pirsek netewî ye
2017-07-07 17:44
MediaKurd > info@mediakurd.com
Piştevanên referandûma serxwebûna Kurdistanê her roj zêdetir dibin û referandûmê wek pirsek netewî û rewa dibînin.

Di vê derbarê de Serokê Berê yê Encumena Niştimanîya Opozisyona Sûriyê Ebdulbast Seyda, ragihand ku "referandûma Başûrê Kurdistanê ne pirsek rêxistinî ye, lewma divê hemû Kurdistanî piştgirîya wê bikin û vê pêvajoyê biser bixin".

Ebdulbast Seyda, ragihand û got ku “Referandûm mafekî rewa û xwezayî ye, nexasim ji Kurdan re ku milletekî pir mezin e û hêj bêmaf e".

Ebdulbast Seyda, di berdewamîya gotinên xwe de anî zimên ku referandûm pirsek netewî ye û nabe ku bi mahne û xincetan astengî jê re bên derxistin.