|
23 milyon mirov dixwazin koç bikin |
|
2017-07-12 15:36 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Koçberî û penaberî bûye pirsek sereke ji pirsên cîhanê. Gelek mirov dixwazin terka welatê bikin û li jiyanek xweştir bigerin. Di koçberîyê de pirê caran tofan û bobelatên mezin tên serê koçberan. Hinek bi rê de canê xwe didin, hinek jî digihên mirazên xwe û xwe davêjin tor û bextê welatekî din.
Rêxistina Navnetewî ya Koçberan bi raporekê eşkere kir ku li seranserê cîhanê 23 milyon mirov dixwazin terka welatê xwe bikin û koçî welatekî din bikin. Welatên herî zêde ku koçber dixwazin xwe lê bigrin Amerîka, Brîtanya û Siûdî Erebistan e.
Rêxistina Navnetewî ya Koçberan, li Cenevreyê daxuyanîyek pêşkêş kir û di derbarê ankêt û lêpirsîna şîrketa Gallûp de agahdarî da awira gelemperî. Li gor Rêxistina Navnetewî ya Koçberan, koçberên ku dixwazin terka welatê xwe bikin dixwazin herin Amerîka, Brîtanya, Siûdî Erebistan, Fransa, Kanada, Almanya û Afrîka Başûr.
Li gor daxuyanî û agahdarîya Rêxistina Navnetewî ya Koçberan, heta 9ê Tîrmeha 2017an 101 hezar û 417 koçber di ser Derya Spî re xwe gîhandine Ewrûpayê. Herweha îsal 2 hezar 353 koçber jî di Derya Spî de mirine û jiyana xwe wenda kirine.
Serokê Rêxistina Navnetewî ya Koçberan William Lacy Swing, di daxuyanî û axavtina xwe de anî zimên ku 23 milyon mirov amadekarîya koçberîyê dikin û dixwazin terka welatê xwe bikin. Piranîya wan kesan ji Nîjerya, Hindistan, Kongo, Afrîka Rojava, Asya Başûr û hinek welatên din in. Li gor gotina William Lacy Swing, piranîya wan kesên ku dixwazin koçber bibin, ne jin lê mêr in.
|
|
|