|
Komxebata Partîyên Bakur |
|
2017-07-15 22:50 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Li Bakurê Kurdistanê Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDK-T, PSK û ÖSP ji bo piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê komxebata bi navê "Referandûma Kurdistanê "" li dar xistin.
Komxebat bi beşdarbûna serok û endamên 6 partîyan, siyasetmedarên serbixwe, sazîyên sîvîl û akademisyenan dest pê kir.
Di civîna avakirina komxebatê de nûnerên partîyên siyasî dîtinên xwe li ser pêwistîya referandûmê anîn zimên û piştgirîyek mezin dan vê gava pîroz. KOmxebat wê ji bo serketina referandûma serxwebûna Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê xebatê bike û awira gelemperîya Kurd agahdar bike.
|
|
|