Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Rojava bi destê PKK tê birêvebirin
 
Rojava bi destê PKK tê birêvebirin
2017-07-21 20:14
MediaKurd > info@mediakurd.com

Şirovekarê Grûpa Krîza Navdewletî Noah Bonsey, cara pêncemîn diçe Rojavayê Kurdistanê û lêkolînek berfireh di derbarê rewşa Rojava de kiriye. Li gora Noah Bonsey, her çiqasî gellek alî û partîyên siyasî di nav Rêveberîya Xweser de hebin jî, lê kadroyên PKK Rojava bi rêve dibin û di bin kontrola wan de ye.

Noah Bonsey, behsa helwesta kadroyên PKK û PYD û girtîyên siyasî jî kiriye û dibêje: „Min xwest hin kesayetên ku rexneyan li PYD dikirin bibînim, lê ew kaseyet yan girtî bûn, yan jî ji tirsa girtinê terka welêt kiribûn“.

LI gor Noah Bonsey, hinek ji berpirsên YPG li dijî girtina siyasetmedarên Kurd in û dibêjin ku girtina siyasetmedaran di qada navnetewî de bandorek xirab li wan dike û wan wek dîktator dide xuyakirin.
Noah Bonsey , herweha dide zanîn ku bandora PKK li ser PYD pir e û li her cîhî û di her ofîsên wan de wêneyên Ocalan hatiye daliqandin.