Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Mafê me ye em serxwebûnê ragihînin
 
Mafê me ye em serxwebûnê ragihînin
2017-07-21 20:20
MediaKurd > info@mediakurd.com
Mela Bextiyar: Mafê me ye em serxwebûnê ragihînin

Endamê Polîtburoya YNK Mela Bextiyar, bi heyetekê re serdana Tehranê kiribû û di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de dan û stendin kiribûn. Piştî vegera ji Tehranê, Mela Bextîyar derket pêşberî çapemenîyê û behsa serdana xwe kir.

Mela Bextîyar, da zanîn ku wan di serdana xwe de behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê ji rayedarên Tehranê re kiriye û gotiye ku ragihandina serxwebûnê mafê me ye.

Mela Bextiyar, herweha anî zimên ku ev 97 sal in Kurd beşdarî hikûmeta Iraqê dibin, lê heta niha jî pêşeroja me ne diyar e. Lewma jî mafê Kurdan e ku serxwebûna xwe ragihînin.