Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Malikî: Mafê Kurdan tuneye çend caran referandûmê bikin
 
Malikî: Mafê Kurdan tuneye çend caran referandûmê bikin
2017-07-21 20:27
MediaKurd > info@mediakurd.com
Her ku wextê referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe, dengên nerazîbûna rayedarên Iraq û Îranê jî zêdetir dibin. Yek ji wan jî Nûrî Malikî ye.
Alîkarê Serokkomarê Iraqê Nûrî Malikî, ji ajansa Sputnik re axivî û behsa rola pêşmerge û serxwebûna Kurdistanê kir.

LI gor Malikjî, „Di şerê li hember ÎŞÎDê de tu rola pêşmerge çênebûye. Heke ne ji alîkarîya Iraq, îran û Amerîkayê bûya wê Hewlêr teslîmî ÎŞÎDê bibûya“.

Nûrî Malikî, di derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî bal kişand ser wê yekê ku Kurdistan nikare bibe dewlet û got:“ Mesûd Barzanî xeyalperest e. Heke referandûm çêbibe jî ewê nikaribin ji Iraqê veqetin. Kurdistan hem hiqûqî hem jî yasayî nikare bibe dewletek serbixwe. Kurdan di referandûma makzagonê de bi dengên xwe çarenûsa xwe kifş kirin û biryar dan ku Iraq dewletek federal e. Ji bo çarenûsa xwe mafê wan tuneye her roj referandûman çêkin".

Li gor Nûrî Malikî, heke referandûm pêk bê jî wê Kurdistan nikaribe ji Iraqê cuda bibe û bibe dewletek serbixwe.